NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyiyê (KENY) êriş û desteserkirina Serkonsolxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê şermezar kir û xwest ku xebatkarên hatine revandin jî bila serbest bên berdan.
KENYê ji ber êrîşên ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û desteserkirina Serkonsolxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê belavoka çapemeniyê belav kir. Di belavokê de li ser qisaweta ku ji ber êrîşên DÎŞIyê diqewimin hat sekinandin û ew êrîşên terorî yên ku li Iraqê hatin kirin, li Iraq û herêmê jî dibin sedema bêaramiyê hat şermezarkirin.
Li dijî terorê ji bo têkoşîneke hevpar bê kirin Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malîkî bangî civatên navneteweyî kiribû û di belavokê de ev yek weke kêfxweşiyek hat dîtin.
"Bila kirdarî bên sepandin"
Di belovokê de êrîşa li ser Serkonsolxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê û dîl girtina xebatkaran jî hat şermezarkirin û hat xwestin ku bila hemû xebatkar di demek kurt de bi awayekî ewle serbest bên berdan.
Hat diyarkirin ku êrîşên terorî yên ku li Iraqê tên kirin ji bo pêşveçûna demokrasiya li welêt dê bi kêrî tu tiştekî neyên.
Di belavokê de ji hemû endamên NYê hat xwestin ku bila li gor biryarên bi jimara 1267an û 1989an ku KENYê li dijî DÎŞIyê dabû tevbigerin. Ev biryarên ku di KENYê de hatin dayîn divê li hemû welatên endam bê sepandin. Di belavokê de hat xwestin ku bila tu welat çekan nefiroşe DÎŞIyê û dest bidin ser pere û malên wan.