Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku rexnekirina qetlîam û êrîşên Îsraîlê antîsemîtîzm nîne û wiha dewam kir: "Dema ku em qetilkirina zarok û dergûşên Rojhilata Navîn rexne dikin, hin saziyên medyayê em ji xwe re dikin hedef."
Erdogan beşdarî civîna Konseya Têkiliyên Derve (CFR) ya DYAyê bû û li vir ser geşedan û pêşveçûnên herêmê rawestiya û nirxand. Serokomar Erdogan wiha berdewam kir: "Navê Komara Tirkiyeyê ya 100 sal berê Dewleta Osmanî bû û Dewleta Osmanî di Şerê Cîhanê yê 1emîn de aliyê herî bihêz bû."
- Îdiayên ku Tirkiye alîkariya DÎŞIyê dike
Serokomar Erdogan deştnîşan kir ku ev demek e hin alî ji bo ku Tirkiyeyê û rêxistina DÎŞIyê nêzî hev nîşan bidin hewl didin û wiha berdewam kir: "Bi taybetî hin saziyên çapemeniyê yên DYAyê û hin Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) em ji xwe re dikin hedef."
Serokomar Erdogan îdiayên ku DÎŞI neftê difroşe Tirkiyeyê derewand û wiha got: "Îdiayên ku DÎŞI neftê difroşe Tirkiyeyê bêbingeh in. Him Wezîrê Vejenê, him Serokwezîrê me û him jî min, di vê mijarê de agahiyên ku hewce dikin da û me îdiayan derewand. Herwiha îdiayên ku milîtanên DÎŞIyê li Tirkiyeyê tên dermankirin jî derew in."
- Erdogan bi Ban Kî-mûn re hevdîtin kir
Serokomar Erdogan bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn re hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, di hevdîtinê de li ser mijarên têkoşîna li dijî terorê, penaberên sûriyeyî, herêma ku qedexeye balafir lê bifrin, pirsgirêka Qibrisê, alîkariya mirovahiyê ya li Xezeyê, Ukrayna, Somalî û nexweşîna Ebolayê axivîn.