Abdullah Tel
21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Di bombebarandina li ser Xutaya Rojhilat a ku rejima Beşşar Esed û piştgirên wî dagirkirine da 59 sivîl hatin kuştin.
Nûçegihanên AAyê yên li Xûtaya Rojhilat diyar kirin ku rejima Esed û piştgirên wî ji hewa û bejayê va êrişên xwe yên li ser herêmê bênavber domandin.
Li gor agahiyên ji rayedarên Parastina Sivîl hat hildan di êrişan da li navçeya Dumayê 56 sivîl û li Harestayê jî 3 bi tevahî 59 sivîl hatin kuştin.
Rayedaran destnîşan kir ku ekîbên Parastina Sivîl ji ber êrişan nikarin xwe bigihînin gelek deverên mirî û birîndar lê hene û tê texmînkirin ku zêdetir sivîl hatine kuştin.
Di êrişên rejima Esed a ku di 5 rojên dawîn da li herêmê li dar dixe da hejmara kesên hatin kuştin ji 150 kesî derbas bû.
Lijneya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê Sibatê da ji bo Xûtaya Rojhilat û seranserê Sûriyeyê ji bo sivîlan îlankirina agirbesta mirovahiyê xwestibû û biryara ku bila "Demildest" bikeve rewacê hatibû dayîn lê wê çawa dest pê bikira jî nehatibû safîkirin.
Di 27ê Sibatê da Rusyayê ragihand ku biryara KENYê her roj wê di navbera saet 09.00-14.00 (Li gor saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00)an da bê sepandin û rejim jî wê guh bide vê yekê.
Komîsyona Lêkolîna Sûriyeya Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî hefteya borî destnîşan kir ku rejim li Xûtaya Rojhilat hemberî sivîlan çekên jehrî bi kar tîne, xelqê ber bi xelayê va dibe, rê li ber texliyekirinên tibbî digire û van kirinan jî wek sûcên şer îlan kiribû.
Li Xûtaya Rojhilat a ku di bin kontrola muxalifan da ye bi qasî 400 hezar kes ev 5 salin ku di bin dorpêçê da dijîn.