02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
CAKARTA
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Evdilezîz Al Siûd Endonezya ziyaret kir. Di ziyaretê de peymanên veberhênan nehatin îmzekirin.
Li gor nûçeya rojnameya Jakarta Postê Endonezya li hêviyê bû ku Qral Selman peymana vejenê ya ku bihayê wê 25 milyar dolarî bû îmze bike, lê ev peyman nehat îmzekirin. Erebistana Siûdî bi tenê bihayê 1 milyarî dolarî veberhênan îmze kir.
Di çapemeniya herêmî û derva de ev demek bû dihat îdiakirin ku Erebistana Siûdî wê bi bihayê 25 milyar dolarî veberhênanê bike.
Qral Selman îro wê Meclisa Nûneran axaftinekê bike û wê sibê jî bo tetîlê here Giravên Baliyê.