Dlshad Saifaalddin Ahmed
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
SILÊMANÎ
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman li Dinyayê û alimê kurd Prof. Dr. Elî Qeredaxî, der barê îddiayên paytextkirina Qudsê bo Îsraîlê de got: "Quds û Mescida Eqsa ji bo Misilmanan xeta sor e û nabe ku jê biborin. Ummeta Îslamê ji bo parastina heqê xwe dikare hemû rêyên meşrû û qanûnî bide ber xwe."
Alimê kurd Qeredaxî, li ser mijara Qudsê nirxandinên giring ji bo peyamnêrê AAyê kirin.
Qeredaxî diyar kir ku helwesta Alimên Misilman li ser mijara Qudsê eşkere ye û digel hemû problemên li welatê Îslamî pirsgirêka serekî Quds e. Sekreterê Yekîtiya Aliman Qeredaxî got wan peyamek arasteyî serokên welatên Erebî û Îslamî bi taybetî jî yên Kendavê kiriye da ku bi erka xwe ya tarîxî ya li hemberî Qudsê rabin.
Li ser hewla Serokê Amerîkayê Donald Trump ku dixwaze Qudsê wek paytextê Îsraîlê îlan bike Qeredaxî wiha nirxandin kir:
"Ev gav li gor me destdirêjiyeke eşkere ye li ser hemû Misilmanan ku jimara wan milyarek û 700 milyon e. Ev hestên wan birîndar dike, herwiha derketina ji yasa û distûrên navneteweyî ye. Loma ev gaveke metirsîdar e."
Qeredaxî daxwaz ji serokên welatên Misilman kir ku ji bo rê li ber vê bigirin bikevin nav hewldanan û Serokê Amerîkayê Trump ji vê yekê paşde bidin.
Herwiha helwesta Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a di mijara Qudsê de jî bilind nirxand û pesnê wî di vê meseleyê de da.
Ewî behsa giringiya Qudsê jî kir û got:
"Quds û Mescida Eqsa ji bo Misilmanan xeta sor e û nabe ku jê biborin. Ummeta Îslamê ji bo parastina heqê xwe dikare hemû rêyên meşrû û qanûnî bide ber xwe."