Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
EZAZ/ÎDLIB
Rejima Beşar Esed êrîşî navenda Baba navçeya Helebê kir, di êrîşê da 5 sivîl birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçeginaê AAyê ji Babê dan, rejima Esed bi topan êrîşî ciyê bazarê kir.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 5 sivîl birîndar ketin.
Kesên birîndar li nexweşxaneya li Babê tên dermankirin.
Li başûrê Babê pevçûnên di navbera rejima Esed û mixalifan da ên îro ber destê sibê dest pê kirin û dewam dikin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di 23yê sibata 2017an da bi Herekata Mertalê Feratê va Bab ji DEAŞa rêxistina terorê xilas kiribûn.
Bab di kontrola endamên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê da ye.