03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê Jan Kubis diyar kir ku operasyona rizgarkirina Mûsilê nêzîkî qedînê dibe û rojên DEAŞê jî li wî bajarî jimartî ne.
Kubis, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser geşedanên Iraqê û operasyona Mûsilê welatên endam agahdar kirin.
Kubîs destnîşan kir ku operasyona li navenda bajêr û rojavayê wê dê gelekî zehmet û çetîn derbas bibe û got: " "Operasyona rizgarkirina Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe. Rojên DEAŞê li Mûsilê jimartî ne."
Herwiha anî ziman ku zêdebûna kuştiyên sivîl cihê aciziyê ye û bi destpêka operasyona rojavayê bajêr dê ev "rîska xurt" zêdetir bibe.