10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
TEHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku divê li Dewleta Sûriyeyê ya hêj Beşşar Esed serkêşe wê ye reform bên kirin.
Rûhanî di civîna çapemeniyê ya li Qesra Serokomariyê ya Tehranê de pirsên der barê rojeva herêmê, mijarên diqewimin û hilbijartina nêz dibe da hatin kirin, bersivandin.
Ji Rûhanî hat pirsîn ku "Li çar aliyê dinyayê ji ber bikaranîna çekên kîmyayî yên li Sûriyeyê û parastina Esed a ji hêla Îranê va hesasiyet zêde bûn. Gelo ji bo guherandina polîtîkaya Îranê ya der barê Sûriyeyê da fikir hene?" Rûhanî ji bo vê pirsê got: "Rojava divê dev ji piştgiriya dide terorîstan berde. Helbet pêwîstî heye ku li dewleta Sûriyeyê jî reform bên kirin"
Ruhanî êrişa Emrîkayê ya ser baregeha Sûriyeyê jî rast nedît û got ku ew tiştek xelet bû dubarekirin wê bibe sedema encamên pir bitalûke.