Muhammet Kurşun
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êrişên li bajarên Tenta û Îskenderiyeyê şermezar kir û diyar kir ku divê tevdîrên mezintir li hemberî terorê bêne girtin.
Barzanî, ji bo êrişên do li Misirê qewimîn peyama serxweşiyê ji hikûmet û xelkê Misirê re şand û destnîşan kir ku Xelkê Kurdistanê vê rewşê baş fêm dike.
Serokwezîrê Herêmê di peyama xwe de cih da van îfadeyan:
"Xelkê Kurdistanê ji destê teror û terorîstan pir kişandiye. Loma em bi êş û azara xizmên qurbaniyên êrişan baş têdigihên. Em hemû piştgirî û hevsoziya xwe dubare dikin."
Herwiha dewam kir:
"Berdewamiya qurbaniyên ji destê terorê li hemû deverên cîhanê, nîşaneyeke metirsîdar e. Ev zenga agahdarkirinê ye ku divê tevdîrên mezintir û tundtir li hemberî teror û terorîstan li hemû deveran bêne girtin. Divê civaka navneteweyî ji bo vê hevkarî û hemahengiyeke zêdetir bike."