Abdullah Tel
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
MOSKOVA
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku gotibû ewê moşekan bi ser Sûriyeyê va bişînin daxuyanî da û got ku lazime terorîst bi moşekan va bên berterefkirin û wiha pê da çû: "Lazime moşekên bi merîfet di ser hikûmeta meşrû ya ku ev çend salin li ser axa xwe bi terorîstan ra têdikoşe da nefirin di şûna vê da divê ew moşek ber bi terorîstan va bifirin."
Zaxarovayê ji ber îfadeyên Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.
Zaxarovaya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê di peyama xwe da got ku bila Amerîka moşekên xwedî merîfet di şûna hikûmeta meşrû da bişîne ser terorîstan.