ERZINCAN
Li Erzincanê cihên bilind û çiyayan berf barî.
Li bajarê Erzincanê ji ber ku duh pê ve hewa sar e, li cihê bilind berf barî. Lûtkeyên çiyayê Keşîşê û Munzurê piştî berfê spî bûn. Li jêrê hêşînahî û çiyayan jî berfa spî dîmenên xweşik derxistin holê.
Welatiyê bi navê Samed Yenîçerî ji nûçegihanê AAyê re got ku di meha gulanê de berf ecêb e û wiha axivî: "Duh piştî baranê hewa sar bû û li çiyayên Keşîşê û Munzurê berf barî. Duh wek ku zivistan paş ve vedigere hewa sar bû, lê îro germtir e. Heke hewaya sar dewam bike, zeviyên cotkaran dê xirab bibe."