Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Dermirtaş wiha got: "Bereksê wan kesên ku dixwazin wekî tevahiya civakê me berdin hevdu, bereksê kesên ku li meydanan mezheb û nasnameyên me didin fîtandin û bereksê faşîzmê emê li cem biratî û wekheviya gelan bin."
Demirtaş li Erzîncanê beşdarî mitînga partiya xwe ya li Meydana Komarê bû û li vir axivî. Demirtaş di axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartina 7ê hezîranê ne tenê pêşbaziyeke di nava partiyan de ye.
Demirtaş diyar kir ku ew bi şîara mirovahiya mezin derketin rê û li ser xaka ku lê dijîn pir xwîn herikî û wiha got: "Tirkiye vê heq nake. Divê rêyek were peydakirin ku em ji vê xelas bibin."
Demirtaş got ku aştî û biratî ji hezaran hilbijartinan çêtir e û wiha pê de çû: "Bereksê wan kesên ku dixwazin wekî tevahiya civakê me berdin hevdu, bereksê kesên ku li meydanan mezheb û nasnameyên me didin fîtandin, bereksê kesên ku pere û polê me didizin û meydanan ji xwe re wekî qada demokrasiyê îlan dikin û ji me re teng dikin, bereksê kesên ku bi bazirganiya dîn va baweriya me dişêlînin û bereksê faşîzmê emê li cem biratî û wekheviya gelan bin. Em temînata pêkanîna lihevhatina vî welatî ne."
Demirtaş qala sozên hilbijartinê yên partiya xwe jî kir û got ku ewê ucreta asgarî bikin hezar û 800 lîre û wiha berdewam kir: "Emê pere li wan kesên ku li welat bi xwêdana eniya xwe dixebitin belav nekin, lê ma qey emê pere li qesrên xwe xerc bikin. Ev tenê xwe wekî xwediyê hemû çavkaniyên welat dibînin. Qet di heyra cotkar û esnaf de nînin. De dibêjin, 'çavkanî tune', ew jî ji binî va derew e. Em li yek ji dewlemendtirîn welatên dinê dijîn."
Demirtaş wiha dewam kir: "Di hefteyekê de saetên xebatê wê bibe 35 saet. Emê hewl bidin ku ji her malê du kesan bi ucreta esxerî bidin xebatê. Bi vî hawî 3 hezar û 600 lîre pere dê bikeve her malê. Bi vê rêbazê jî çerxa aboriyê wê bizivire."