Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku bi operasyona ji hewa ya koalisyona navneteweyî ya di pêşîkêşiya DYA de tê kirin ew ê ji herêmê derxistina rêxistina DÎŞIyê zûtir be.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Serokatiya HKIyê ya fermî hat weşandin Barzanî di hevdîtina bi Ço Cungonê Serbalyozê Bexdayê yê Koreya Başûr re de axivî û wiha got: "Ji bo tunekirina terora ku ji bo hemû dinyayê xetere ye, xebateke navneteweyî hewce dike."
Barzanî der barê êrîşên DYA û welatên hevpeyman ên li Sûriyeyê yên ji hewayê de wiha axivî: "Terorîst, Sûriyeyê wek navenda êrîşên li dijî Iraqê bi kar tînin. Navend û baregehên rêxistinê tên bombekirin ev jî tunekirina DÎŞIyê hêsan dike. Ji bo vê divê bênavber êrîş dewam bikin."
Barzanî destnîşan kir ku di vê demê de DÎŞI nikarê li hemberî pêşmergeyan bisekine û wiha got: "Pêşmergeyan derbeke mezin li terorîstan xist. Niha di pozîsyona zeyîfbûn û vekişandinê de ne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ço Cungonê Serbalyozê Bexdayê yê Koreya Başûr jî eşkere kir ku di têkoşîna li dijî terorê de li aliyê herêma Kurdistanê ne.