QAHÎRE
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samîh Şukrî re hevdîtin kir.
Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Xezeyê didomîne û Kerry ji bo ku agirbest bê kirin derbasî Misirê bû. Kerry li Misirê bi rayedaran û Şukrî re li Wezareta Karên Derve ya Misirê hat bal hev.
Şukrî piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku hewl û xebatên Misirê yên ji bo agirbestê net in û tiştên ku ji bilî van tên gotin hemû derew in.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve yên Misrê hatin hildan, Kerry û Şukrî li ser "Pirsgirêka Filistînê û ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bên sekinandin û ew agirbesta ku Misirê pêşkêş kir" sekinîn.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Kerry ji bo ku li ser agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de hevdîtinan bike duh hatibû Misirê.
Di navbera komên Filistînî û Îsraîlê de ji bo ku şer bisekine û deriyên sînor bên vekirin hefteya borî Misirê pêşniyaziya agirbestê kiribû.