MÛSIL
Hat ragihandin ku komên çekdar ên ku pêşengiya wan Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dike, li Mûsilê keşîşxaneyeke dîrokî bi dest xist.
Dureyt Hîkmet Tubyayê Şêwirmendê Waliyê Mûsilê û Berpirsiyarê Mensûbên Dîn û Neteweyan, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku komên çekdar ên girêdayî DÎŞIyê li navçeya Nemrûdê Keşîşxaneya Mar Behnamê bi dest xistin.
Tubya wiha got: "Milîtanên çekdar keşîş û rahîbeyan pêxas ji keşîşxaneyê derxistin û dest dan ser avahiyê. Keşîş û rahîbeyan berê xwe dan Kara Kûşa ku xiristiyan lê dijîn."
Li Iraqê ev demeke dirêj e ku valahiya otorîteyê heye û komên çekdar ên di bin pêşengiya DÎŞIyê de qontrola bajarên wekî Mûsil, Tikrît û hin bajarên din bi dest xistibûn û ji ber pevçûnan nêzî milyonekî sivîl ji herêmê koç kiribûn.