31 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
WASHINGTON
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry qebûl kir.
Erdogan li Rezîdansa Balyozxaneya Washingtonê ya Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve yê DYAyê qebûl kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin û 45 deqîqe berdewam kir.
Digel Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç û Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin; nûnerê taybet ê têkoşîna bi DAEŞê re ya Barack Obamayê Serokê DYAyê Brett McGurk û Arîkara Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Vîctorîa Nuland jî di hevdîtinê de amade bûn.