Nihat Kavşut
02 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro bi têlefonê li Emirê Qeterê Şêx Temîm bîn Al Sanî geriya.
Li gor agahiyên çavkaniyê Serokomariyê Erdogan bi têlefonê li Emirê Qeterê Al Sanî geriya û ji ber ku di Kupaya Asyayê ya 2019an ya fitbolê da bûn şampiyon pîrozbahî dayê.
Wek mayîn hat piştrastkirin ku di her warî da têkiliyên Tirkiye û Qeterê bên zeximkirin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Emirê Qeterê Şêx Temîm bîn Al Sanî di nav pêwendiyên nêzik da bin.