Mehmet Tosun
26 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi balafira taybet "TUR"ê gihîşt Azerbeycanê.
Balafira Serokomar Erdogan tê da li Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzulî danî ku balafirgeha yekemîn e ku Azerbeycanê li xaka rizgarkirî çêkir.
Erdogan ji hêla Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev hat pêşwazîkirin. Her wiha Erdogan bû yekemîn serokê dewletê ku peyayî Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzulî bû.
Erdogan û Aliyev qurdeleya vekirina balafirgeha nû bi hev ra jêkirin û dû ra li avahiya balafirgehê geriyan û her wiha ji peywirdaran agahî sitandin.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglu, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî di ziyaretê da hevaltiya Serokomar Erdogan dikin.