Elif Orhan
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonî Muqteda Es- Sadrê serokê 'Îtifaqa Saîrûn' a ku di hilbijartinên giştî yên Iraqê de herî zêde deng sitandin kir û ew pîroz kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftina bi telefonê ya îşev de Serokomar Erdogan got piştî ku li Iraqê DEAŞ hat têkbirin bila encamên hilbijartinên ku di 12ê gulanê de hatin kirin ji bo hemû Iraqiyan bixêr be.
Serokomar Erdogan di axaftinê de diyar kir ku Tirkiye gelekî girîngî dide yekîtî û bihevrebûna Iraqê û li Iraqê piştî ilbijartinan avakirina hikûmetê de ji bo Muqteda es-Sadr serkeftinê xwest. Erdogan di axaftinê de qal kir ku Tirkmenên Iraqî dibêjin ku di hilbijartinên li Kerkûkê de hin bêusûlî çêbûn û vê yekê jî ew mexdûr kirin û ji Muqteda es-Sadr xwest ku bêusûliyên navborî bila bên tespîtkirin û ji bo başkirina wan piştgiriya hewce bê dayîn.
Muqteda es-Sadr jî got ku li Iraqê Tirkmen jî di nav de dê mafên hemû aliyan bên parastin. Serokomar Erdogan û Muqteda es-Sadrê serokê "Îtifaqa Saîrunê" bi wesîleya axaftinê destnîşan kirin biryardar in ku têkiliyên di navbera Tirkiye-Iraqê de bêtir pêş bixin.