Türkan Tosun
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ROTTERDAM
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ji ber ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra vekişiya, ew rexne kir.
Rutte li Sofyaya paytextê Bulgaristanê piştî xwarina serokên welatên Yekîtiya Ewropayê daxuyanî da çapemeniya Hollandayê.
Li gor nûçeyan Mark Rutte wiha got: "Biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana Îranê tewşî ye. Amerîka di mijarên din de jî guh nade mutefîqên xwe û li gor xwe tiştan dike, ev tevgereke nebaş e."
Rutte got Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de hişyarî daye Amerîkayê û wiha dewam kir: "Serokomar (Emmanuel) Macron bi israr got divê wisa neke. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî got 'neke' lê wî du roj şûn da dîsa jî got ewê bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 8ê gulanê de daxuyandibû ku ew ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra vedikişe.