Önder Beyter
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
MUGLA
Tûrîzmvan wer texmîn dikin, rabûna dahata tûrîzmê û zêdebûna reqamên tûrîstan ên ku di çaryeka yekemîn a salê da xwe nîşan dan, wê heya dawiya salê dewam bike.
Serokê Federasyona Otêlvanên Tirkiyeyê (FOT) Osman Ayik di civîna tûrîzmê ya li navçeya Bodrumê da ji peyamnêrê AAyê ra destnîşan kir ku reqamên hersê mehên ewil ên sala 2018an ên sezona tûrîzmê bi xebata hevpar a Wezareta Çand û Tûrîzmê û Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê va hat ragihandin.
Ayik destnîşan kir ku li gorî sala par ji sedî 30 zêdebûnek heye û ev yek ciyê kêfxweşiyeke mezin e û wiha dewam kir, "Em dibînin ku di dahatê da jî zêdebûneke baş û qenc heye. Em li bendê ne ku ev trend heya dawiya salê bidome."
Ayik bal kişand ku Tirkiye li dinyayê navendeke girîng a tûrîzmê ye û wiha dewam kir, "Tirkiye wê di 2018an da cardin derkeve asta xwe ya 2014an a 40 milyon tûrîstî. Em vê salê weke saleke girîng dibînin. Em ê li Stenbol, Antalya, Bodrum û cihên din ên Egeyê jî reqamên erênî bibînin."