Haydar Şahin
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
XARTÛM
Sadiq Mehdiyê Serokê Giştî yê Partiya Umetê ya Neteweyî bang kir ku ji bo têkoşîna dijî biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê dibê di navbera Tirkiye, Îran û welatên ereban da peymana ewlekariyê bê îmzekirin.
Mehdî di bernameyeke li Ummu Derman ya li rojavayê Xartûma paytextê Sûdanê da axivî û li dijî xetereya mezinbûna tundî û terorê ya ji ber biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê hişyarî da.
Mehdî bang kir ku ji bo têkoşîna dijî biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê di navbera Tirkiye, Îran û welatên ereban da peymana ewlekariyê bê îmzekirin, wekî mayîn jî li herêmê di navbera sinî û şiiyan da mitabaqat were çêkirin.
Mehdî got ji ber ku di Lûtkeya Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya ku li Stenbolê hat lidarxistin da Qudsa Rojhilat wek paytextê Dewleta Filistînê hat îlankirin memnun bûye û bangî welatên ereban kir ku bira peymanên xwe yên bi Amerîkayê ra betal bikin.
Serokê mixalif diyar kir ku ji bo piştgiriya gelê Filistînê dibê fon were avakirin û yekîtî û bihevrabûna li Filistînê were qewînkirin û wiha axivî: "Heke em îmkanên jiyanê nedin welatiyên Filistînê yên li Şerîeya Rojava û Xezeyê hêviya wan ê bişkê."