İbrahim Atmaca
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 20 Îlon 2018
ANKARA
Li gor baweriya Îslamê di nav meha muharremê da ku ya di jiyana pêxemberan da gelek hedîseyên girîng qewimîne û di vê mehê da şêraniya eşûreyê tê çêkirin, ji roja dehemîn a vê mehê ra "Roja Eşûreyê" tê gotin û wê sibê were pîrozkirin.
Ev roj ji bo dîroka pêxemberan rojeke girîng e. Roja Eşûreyê ji bêjeya "eşera"yê ku di Erebî da tê meneya dehan, tê û ev roj rastî roja dehemîn a meha muharremê ya ewil a sala hîcrî tê û misliman wê rojê rojî digrin.
Li gor çavkaniyên hedîsan keştiya Hezretî Nûh di vê rojê da ji tofanê xelas bûye, her wiha Hezretî Mûsa di vê rojê da ji Behra Sor derbas bûye û Benîîsraîlî ji Firewn xelas kiriye.
Her wiha li gor gelek berhemên dîrokî Hz. Adem piştî ku guneh dike, di vê rojê da tobe dike û tobeya wî tê qebûlkirin, Hz. Îdris di vê rojê da radikin asîman, Hz. Îbrahîm di vê rojê da davêjin agir û agir wî naşewitîne, Hz. Yaqûb di vê rojê da Yûsifê kurê xwe dibîne, nexweşiyên Hz. Eyyûb di vê rojê da qenc dibin, Hz. Yûnis di vê rojê da ji zikê masî dertê û Hz. Îsa di vê rojê da ji dayik dibe û ji kuştinê tê xelaskirin û wî radikin asîman.
Di 10ê cotmeha 680yî da bi destê artêşa Xelîfeyê duyemîn ê Dewleta Emewiyan Yezîdê kurê Muawiye şehîdkirina Hz. Huseyînê neviyê Hz. Mihemmed û 72 hevalên wî jî dîsa di vê rojê da ye û jê ra "Bûyera Kerbelayê" tê gotin.
Ji ber ku ev bûyer di roja dehemîn a meha muharremê da diqewimin, di kevneşopiya dînî da ev roj gelekî girîng e. Misilman di vê rojê da bi taybetî rojiya nafîle digrin.
Kesên ku peyrevê Hz. Nûh in û li ser banga wî li keştiyê siwar dibin, ji ber ku eşûreyê dixwin, misilman loma di vê rojê da eşûreyê çêdikin û bela dikin.
- "Ji çar mehan e ku divê meriv rêzê nîşan bidê"
Cîgirserokê Lijneya Bilind a Karên Dîn a Serokatiya Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Cenksu Uçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor baweriya Îslamê meha muharremê ji çar mehan e ku divê meriv rêzê nîşan bide.
Uçer destnîşan kir ku Muharrem yek ji wan mehên heram e ku tê da şer tê qedexekirin û bi bîr xist ku Hz. Mihemed di vê mehê da ji Mekkeyê hîcretî Medîneyê kiriye.
Uçer bal kişand ku der heqê roja dehemîn a muharremê da du ferasetên sereke hene û diyar kir ku hemû ûnsûrên ku xelasbûna pêxemberan îfade dikin, di vê rojê da qewimîne.
Uçer bi bîr xist ku Hz. Huseyîn û 72 hevalên wî li Kerbelayê îro hatine şehîdkirin û wiha dewam kir: "Ev di heman demê da rojeke wisa ye ku divê em di vê rojê da digel şehîdên Kerbelayê dîroka şehîdan fêm bikin û Kerbelayê baştir fêm bikin."
- Eşûre nirxekî sembolîk e
Uçer der heqê çêkirin û belakirina eşûreyê da jî wiha got: "Şêraniya eşûreyê di eslê xwe da ji bo sembola muminbûn û ji bo rizgariyê guhdayîna banga pêxember nirxek e."
- Di meha muharremê da rojiya nafîle tê girtin
Uçer got ku di dînê Îslamê da ji bo meha muharremê rojî tê girtin û diyar kir, dema ku Hz. Mihemmed hîcretî Medîneyê kiriye, dîtiye ku cihûyên wê derê di Roja Eşûreyê da rojî girtine.