KARS
Şivanên ku di serdema havînê de derketibûn zozana Sariqamişa navçeya Qersê, êdî vedigerin.
Giyayê zozanan bi hatina payîzê re zer bû û şivanên ku heywanên xwe derxistibûn zozanan êdî vedigerin gundên xwe.
Şivan Firat Aslanê ji gundê Sirbasana ser Sariqamişê ye, got êdî zivistan hat û hewa sar bû divê em êdî heywanên xwe ji zozanan bibin gund.
Aslan wiha got:
"Hewa sar bû. Ji bo me berf çiqas dereng bibare ewqa baş e. Lê êdî sar û serma ye û em nikarin li zozanan bimînin. Em ê ji vir û pê ve heywanê xwe di axuran de xwedî bikin. Em hêvî dikin ku heta qanûna pêşîn berf nebare."