Welatiyên ku li navenda Mûşê û navçeyan heywanan xwedî dikin, nikarin ji bo heywanên xwe şivanan peyda bikin.
Kesên keriyê wan heye sibê jinên xwe dişînin ber keriyê, êvarê jî bi xwe diçin ber pez.
Ercument Yildizê ku heywanan xwedî dike got ku par wan 2 hezar lîre mehane dida şivanan û wiha axivî: "Îsal em nikarin şivanan bibînin. Lewra sigorteya wan tune ew naxwazin bi 4 hezar lîreyan jî bixebitin. Ji bilî 4 hezar lîre mehane, em salane 50 kîlo penêr, 60 kîlo hirî, berxekî, cil û berg, cotek sol û fatureya telefonê didin şivanan.
Ramîze Yukselê jî wiha got: "Me qebûl kir ku 4 hezar lîre bidin, lê hê jî me şivan nedît. Ji ber ku şivanê me tune em bi xwe diçin li ber heywanên xwe."
Şivan Erhan Erboga jî wiha got: "Ez debara xwe bi şivantiyê dikim. Lê hin şivan him ji ber ku karekî berwext e û him jî sigorteya wan tune vê mehaneyê qebûl nakin û naxebitin."