29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di 159emîn roja Operasyona Mertalê Feratê de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê 18 hedefên rêxistina terorê DEAŞê îmhe kirin û 18 terorîst jî kuştin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di 159emîn roja operasyonê de êrîşê 130 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hat kirin da ku çalakiyên wan bên astengkirin.
Hêzên Esmanî yên Tirkiyeyê li herêma Babê û Bzagahê 18 hedefên DEAŞê, 3 mewziyên çekan, 4 navendên kontrolê, 2 tunel û 9 avahiyên wek sitargeh dihatin xebitandin îmhe kirin.
Di operasyonê de 18 endamên DEAŞê jî hatin kuştin.
Tîman 87 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, îmhe kirin.
Ji roja operasyonê dest pê kir vir ve 3 hezar û 431 teqemeniyên bi destan çêkirî û 55 mayin hatin teqandin.