09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da, ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin were jinavbirin û herwiha li herêmê aştî û aramî were edilandin, hedefên terorê yên li Til Ebyadê bi obusan tên lêdan.
Bi destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê va li dijî Til Ebyada li aliyê din ê Akçakaleyê, obus hatin agirkirin. Li herêmê li aliyekî dûman bilind dibe û li aliyekî din jî Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê agirkirina obusan didomîne.
Di vê navberê da ji kolanên Akçakaleyê dengê sirûda mehterê bilind dibe.
Herwisa welatiyên li Akçakaleyê jî tên hişyarkirin.