Muhammet Kurşun
04 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump, rexne li hakimê federal girt ku biryar da qexedeya vîzeyê bê sekinandin û got ev heqê dewletê yê bicîkirinê ji destê wê digire û di demeke nêz de ew biryar dê bipaşde were girtin.
Trump, li ser hesabê xwe yê twitterê rexne li Hakimê Federal James Robart girt û wek "Qaşo Hakim" behsa wî kir.
Trump got: "Ev hakimê qaşo biryara bicîkirina qanûnî ji destê dewletê distîne, fikrê wî cihê pêkeniyê ye û dê bipaş de were hildan."
Herwiha îddia kir ku gelek welatên Rojhilata Navîn beşdarî qedexeya vîzeyê dibin û "Ew jî dizanin dema ku rê li ber ketina hin însanan were vekirin ev mirin û xerabûnê bi xwe re bîne."
Di tweeteke din de jî got eger welatek ji ber ewlehiya xwe nikaribe biryara kesên dikevin hundir bide ev problemeke mezin e.