Ahmet Aydın
24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ANKARA/GAZÎANTEP
Hêza taybet a hevpar a Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê (TSK) û hêzên hevpeymaniyê bi mebesta paqijkirina Cerablûsê ji endamên DAEŞa rêxistina terorê li Cerablûsa girêdayî Helebê hereketa eskerî dest pê kir.
Cerablûsa girêdayî Helebê, bi muqabeleya mislî ya li dijî DAEŞê tê topbarankirin.
Operasyona ku seat derdora 04.00an ji aliyê TSKê va bi mebesta paqijkirina sînor ji endamên rêxistinên terorê û zêdekirina ewlehiya sînor hatibû destpêkirin di heman demê da plana piştgiriya yekparçeyiya axa Sûriyeyê di xwe da digire.
Operasyonên TSKê ku bi faal li dijî DAEŞê mucadeleyê dikin, piştgiriyeke berçav dide faaliyetên hêzên hevpeymaniyê yên li dijî rêxistina terorê.
Bi saya vê herekatê tê hedefkirin ku pêlên nû yên koçberiyê bên sekinandin, alîkariya mirovî bigihîje xelkê sivîl yên herêmê û herêm ji terorîstan bê paqijkirin.
- Balafirên cengê dest bi bomberana baregehên DAEŞê kirin
Hêza taybet a hevpar a TSKê û hêzên hevpeymaniyê destê sibê seat 04.00an dest bi operasyonê kirin û operasyon didome.
Operasyona ku bi mebesta paqijkirina Cerablûsê ji endamên DAEŞa rêxistina terorê, bi obusên Firtinayê roketavêjên pir lûle hatibû destpêkirin bi bombebarana balafirên cengê didome.
Di operasyonê da baregehê DAEŞê yên ku hatibûn tesbîtkirin, hatin îmhakirin.