Nihat Kavşut
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan ji bo biryara Trump ya Qudsê wiha got: "Tu hukmekî biryareke wiha ya li ser bajarekî jixwe dagirkirî ye tuneye. Îsraîl dewleteke dagirker e. Herwiha Îsraîl dewleteke terorê ye."
Erdogan: "Ev biryar ji bo Îsraîla ku gelek çalakiyên wê yên terorî hene, mîna xelatekê ye. Yê ku ev xelat daye, bi tenê be jî Trump e. Tenê Îsraîla ku Qudsê dagir kiriye piştgiri da biryara bêhiqûq ya Amerîkayê. Ez sipasiya hemû dewletên ku vê biryara nemeşrû qebûl nekirin dikim. Tevî Birêz Papa di hemû hevdîtinên min da li hember biryara li ser Qudsê helwesta biryardar hat nîşandan."
Erdogan: "Îsraîl di 1947an da çi be, mixabin niha jî Filistîn anîn heman rewşê. Bawer bikin ku di têkoşîna gur û berxê da gur wiha serê berxê nake û wiha teqsîm nake."