ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) zimanê tirkmenî bi fermî hat qebûlkirin, niha jî kelecaniya bajarbûyîna navçeyên Tûzhûrmatû û Telaferê dest pê kir. Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî got ku layîhaya bajarbûyîna Tûzhûrmatû û Telaferê ji bo me tiştekî pir girîng e.
Bajarbûyîna du navçeyên ku herî zêde tirkmen lê dijîn, hat rojevaya Lijneya Wezîran ya Iraqê. Heke layîha ji parlamentoyê derbas bibe Tûzhûrmatûya girêdayî Selahedînê û navçeya Mûsilê Telafer dibe ku di demek nêz de bibin bajar. Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî got ku ji bo vê xebatên xwe didomînin.
Serokê Koma Tirkmenan Elî Huseynî jî der heqê mijarê de got ku meclisê li ser vê mijarê civînek pêk aniye û li ser geşedanan disekinin. Huseynî kêfxweşiya endamên tirkmen bi bîr xist û wiha dewam kir:
"Di civînê de birayên me yên kurd û ereb li dijî layîhayê sekinîn û gotin ku ev rewş bi referandumekê dikare bê zelalkirin."