Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talabanî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fuad Huseyîn, Berpirsê Têkiliyên Derve yê HKIyê Felah Mistefa li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Zarîf pêşwazî kirin.
Zarîf derbasî ofîsa Serokwezîriyê bû û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî re hat bal hev. Tê gotin ku Zarîf û Barzanî dê piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar bixin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf di çarçoveya serdana Iraqê de li Bexda û Necefê hin hevdîtin kiribûn.