Pêşmerge ji bo ku komên bi çek bidin sekinandin û cihên ku di destê wan de ne ji destê wan bistînin ji navçeya Mexmûrê ber bi Mûsilê ve êrîş dikin. Piştî pevçûnên mezin pêşmergeyan nehiyeya Bakirteyê ya Mûsilê û du gundan ji destê Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) stendin.
Milîtanên DÎŞIyê dema ku ji herêmê direvin dafikên bibombe datînin. Pêşmerge jî dema ku dikevin gundekî ewil ji bo dîtina mayînan lêkolîn dikin û pişt re nivîsa "Dewleta Îslamê" ya ku milîtanan li ser dîwaran dinivîsin, jê dibin.
Ji hêla din ve bi hezaran pêşmerge bi wesayît, top û çekên giran ve ji bo îxtimala êrîşên DÎŞIyê li ser sînoran disekinin.
Berpirsyarê Hewlêrê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Huseyîn daxuyand ku li der û dora navçeya Mexmûrê di destê DÎŞIyê de bi tenê 3 gund mane, yên din jî ketine destê pêşmergeyan.
Li Iraqê ev demek e ku pevçûn û gengeşî heye. Komên çekdar ên di bin serkêşiya DÎŞIyê de bajarên wek Mûsilê û yên din bi dest xistin. Li herêmê pevçûn hîn jî didomîn.