Haydar Şahin
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Di Xelatên Sporê ya Zanîngeha Boxazîçiyê ya ku cara 7an tê lidarxistin da xelata taybet a "biratiya sporê" dan Mehmet Alî Raviyê judokarê rihayî.
Di daxuyaniya Nûnertiya Bajêr a Judoyê da hat diyarkirin ku di merasima ku li Wargeha Başûr a Zanîngeha Boxazîçiyê hat lidarxistin da Fîkret Ormanê Serokê Kuluba Bêşîktaşê xelata "rêveberê herî baş ê salê", Taxima Basketbolê ya Fenerbaxçe Doxuşê jî xelata "taxima herî baş a salê" sitandin.
Di bernameyê da ji bo gelek kategoriyan xelat hatin dayîn û xelata taybet a "biratiya sporê" jî dan Mehmet Alî Raviyê judokarê rihayî.
Ravî piştî ku xelat girt axivî û diyar kir ku di Kuluba Îxtisasa Judoyê ya Şanliurfayê da xebatên xwe didomîne û got, "Hedefa min a piştî vê ew e ku bibim şampiyonê Ewropa û Dinyayê. Ez ji hemû kesên ku ji bo vê xelatê ez layîq dîtim ra sipas dikim."
Mucahîd Dedelîogluyê Nûnerê Bajêr ê Judoyê yê Şanliurfayê yê Federasyona Judoyê ya Tirkiyeyê û antrenorê Ravî jî ji Zanîngeha Boxazîçiyê ra sipas kir û got dixwazin ku şampiyntiyên teze qezenc bikin.