Haydar Şahin
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di telefonê da bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ra axivî û ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê rêxistina terorî DEAŞê pîrozbahî li hikûmeta Iraqê kir
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin sitandin, Yildirim di xeberdanê da ji Ebadî ra ragihand ku ji ber xilaskirina Mûsilê pîrozbahî hikûmeta Iraqê pîroz dike û ji bo ji nû va avakirina bajarê dîrokî yê ku hatiye texrîbkirin Tirkiye amade ye ku tevkariyê bike.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku têkoşîna dijî terorê jî di nav da, di bûyerên ku li herêmê diqewimin da Tirkiye biyardar e ku bi hikûmeta Iraqê ra hevkariya xwe bidomîne.
Serokwezîrê Iraqê Ebadî jî destnîşan kir ku di hemû qadan da amade ne ku bi Tirkiyeyê ra hevkariyê bikin, li ser bûyerên ku li bakurê Iraqê diqewimin jî qala helwesta xwe ya ku tê zanîn kir.
Axaftin erênî derbas bû û der barê bûyerên ku li herêmê diqewimin da jî fikr û ramanên xwe parve kirin.