Fatih Gazioğlu
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 12 Tebax 2019
Gelê Xezeyê nimêja eydê li nêzî sînorê rojhilat kir.
Bi sedan Filistînî li herêma ku xwepêşandanên Meşa Vegera Mezin a li sînorê Xezeyê tên lidarxistin kom bûn.
Filistînî û zarokên wan li vir nimêja eydê kirin.
Rêvebirê Tevgera Cîhada Îslamî Xalid Batş xutbeya nimêjê xwend û wiha got: "Gelê Filistînê di mijara meşa Meşa Vegera Mezin da israr dike û Peymana Sedsalê red dike. Bi dorpêçkirin, birçîhîştin û girtina deriyan tu carê nikarin fikra gelê me biguherînin."
Batş got ku gelê Filistînê projeyên ku dixwazin Filistîniyan li welatên Ereban bi cih bikin qebûl nake. Batş destnîşan kir ku bûyerên li Quds û Mescidê Eqsayê diqewimin "xeternak" in.
Batş dijî polîtîkayên Îsraîlê yên li herêmê ji bo yekîtiya neteweyî bangî hemû saziyên Filistîniyan kir.