QAHÎRE
Li Misrê paytext Qahîreyê piştî ku xwepêşandêran li hember derbeya leşkerî çalakî li dar xistin, polêsan mudaxele kiribû û bi navê "bivirdar" komeke êrîşê derketibû. Pevçûnên ku di navbera xwepêşandêr, polês û van komên êrîşkar de derketin li meydanên Gîza û Ramsesê jî dewam dikin.
Ji serokên Teşkîlata Îxwanên Muslumîn Muhemed Baltaci da zanîn ku li meydana Ramsesê kesek miriye.
Xwepêşandêrên ku li pêşiya zanîngeha Qahîreyê bûn, xwestin ku ber bi meydana Gîzayê bimeşin. Li ser vê yekê polês û Bivirdaran mudaxale kir. Hat zanîn ku ji meydanê hem dengê guleyan dihat hem jî gelek kesên ku birîndar bûne hene.
Bi hezaran xwepêşandêrên ku li Nasîr Cîtyê hatin li bal hev, xwe gihandine El Îttihadiyeya ku wek Qesra Serokomariyê tê bikaranîn.
Ji bajarên herî mezin li Îskenderiyeyê jî piraniya xwepêşandêran li pêşiya konsolosxaneya DYEyê kom bûn û derbe protesto kir.
Li giştiyê welêt bi milyonan derbenexwaz li 22 bajaran çalakiyên xwe didomînin.
Di mudaxaleya polêsan de wênegirê AAyê jî birîndar bû
Di vê navberê de wênegirê AAyê Ahmet Mohiyê ku di bin beşa Midûriyeta Rojhilata Navîn de dixebite li meydana Ramsesê wêne digirtin. Li ser vê yekê ew jî birîndar bû. Motorsiklêt li ser Mohî re derbas bû, lê giran birîndar nebû û bi alîkariya hevalan ji wir derket.
Li bajarê Îskenderiyeyê ku duyemîn bajarê Misrê ye mezin e li 3 cihên cuda çalakî hene.
Xwepêşandêrên ku li bajarên başûrê welêt Asyût, Lûksor, Aswan û li Deltaya Nîlê Mînye, Dimyat, Şarqiye û Li Nîvegirava Sînayê El Arîş, Refah û her wiha li Îsmailiye, Sûwêş, Port Seîd û Marsa Matrûx kom bûne, piştgiriya Serokomarê hilbijartî Muhemed Mursî dikin.
Piştî ku derbe çêbû Partiya Dad û Azadiyê bangewaziya xwepêşanê dabû û gotibû ku bi milyonan kes dê derkevine kolanan.
Wekî din piştgirê herî mezin yê li hember Mursî ku Eniya Felata Neteweyî ye li meydana Tehrîrê fitarek da xwepêşandêran.
Li qismekê meydana Tehrîrê maseyên fitarê hatin danîn. Li ser bangewaziya ENFê fitar hat dayîn. Lê belê başdarî qasê ku dihat hêvîkirin nebû.