Ahmet Aydın
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyarî da ku dê dema Amerîka baca îlawe bavêje ser malên Ewropayê ewê bi xurtî bersivê bidin.
Berdevkê Komîsyona YEyê Daniel Rosario, di daxuyaniya xwe ya brîfînga rojane de got, "Dema Amerîka baca îlawe bavêje ser malên Ewropayê, YE jî amade ye bi xurtî bersivê bide."
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî çendakî gotibû dê ji serdî 25 baca îlawe bavêjin ser otomobîlên ku ji YEyê têne îdxalkirin.
Meha pêşdetir Serokê Komîsyona YEyê Jean-Claude Juncker û Serokê Amerîkayê Trump bi mebesta gotûbêjkirina têkiliyên aborî li Qesra Spî civiyabûn.