15 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
RAKKA/ANKARA
Li Reqaya bajarê Sûriyeyê YPG/PKKya rêxistina terorê Omer Alluşê ku di navbera wan û Ereban da navbeynkarî dikir û pê ra lihev nekirin, bi çeka dengbirî va înfaz kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li Sûriyeyê ji çavkaniyên li Reqaya di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye hilda Alluş li mala xwe ya li Til Ebyadê hat kuştin.
Di lêkolîna hat kirin da derket holê ku bi çeka dengbirî va ji nêz va gule berî serê Allûş dane.
Alluş endamê Ofîsa Têkîliyên Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê bû. Hin Ereb jî tê da cih digirtin ew li ser navê PYDya baskê siyasî yê YPG/PKKya rêxistina terorê kar û bar dike. Alluş di heman demê da "serokê komîteya têkîliyên giştî " ya qaşo meclisa sivîl a Reqaya bû.
Di navbera YPG/PKKyê û Ereban da Alluş navbeynkariyê dikir û daxwazên rêxistinê digihand qaşo meclisa li Reqayê.
Lê di demên dawîn da Alluş ji ber helwestên xwe yên nerm ên bo lihevkirina bi Ereban ra ji rêxistinê dûr ketibû. Alluşê bi eslê xwe Kurd bû ji bo tesîra rêxistinê ya li Reqa û Menbicê kêm bibe xwedî hin fikr û ramanan bû û ji bo partiyeke bi navê Dahatû Sûriyeyê jî dest bi amadehiyan kiribû.