27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku rêxistina terorê PYD ku Til Ebyada girêdayî bajarê Reqayê yê Sûriyê kontrol dike, polîtîkaya cihêxwaziyê dike û nahêle ku alîkariya mirovî bigehîje tirkmen û ereban.
Endamê Meclisa Tirkmenên Sûriyê Xalid Mistefa ji peyamnerê AAyê ra got ku basikê Sûriyê yê rêxistina terorê PKKyê, PYDyê salek berê bêyî ku şer bike, herêma Til Ebyadê ji DAEŞê stand û wekî karê ewil jî polîtîkaya tehcîrê da ser tirkmen û ereban.
Mistefa da bibîrxistin ku bi hezaran tirkmen û erebên ji Sûriyê xwe spartin Tirkiyê û ji ber polîtîkaya PYDyê ya cihêxwaziyê nikarin vegerin welatê xwe. Mistefa wiha xeberda, "Li Sûriyê gelek gundên ereb û tirkmenan vala kirin, malên hinekan şewitandin. Tirkiyê jî di vê pêvajoyê da bêyî ku li nasnameya wan mêze bike, herkes qebûl kir."
Mistefa destnîşan kir piştî ku PYDyê Til Ebyad wergirt û şûnda nêzîkî tevahiya kurdên ku xwe spartibûn Tirkiyê, vegeriyan Sûriyê û wiha xeberda:
"PYD aniha li wir cihêxwaziyê dike. Rêxistina terorê seba kurdan baş e, seba yên din jî xirab e. Bi tu awayî nahêlin ku alîkariya mirovî bigehîje tirkmen û ereban. Xizmên me yên ku li Sûriyê mane û hejmara wan hindik e, ev saleke rewşa wan pir dijwar e. Xwarin û vexwarinê peyda nakin, tî birçî ne. Em dixwazin alîkariyê bişînin, lê ji ber ku PYDyê deriyê sînor girtiye em nikarin bişînin."
- "Axa me xesp dikin"
Alîkarê Serokê Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmenan a Sûriyê Ahmet Abbut Cuganî jî diyar kir, PYD zext û zorê dide ser sûriyeyiyên ne kurd ku koç bikin.
Cuganî diyar kir, Rûsya, Amerîka û Esed piştgiriyê dide PYDê û wiha dewam kir: "Berê li Tel Ebyadê ereb û tirkmen dijiyan. Birayên me yên kurd ên ku wek me dirust in jî prîm nedan van û bi wan ra hereket nekir. Ew axên me xesp dikin."
Cuganî got ku alîkariyên tên şandin, PYD tenê li kesên nêzî xwe bela kir.
Cuganî bal kişand, ereb û tirkmenên ku li herêma PYDê dijîn di dîtina nan da zehmetiyê dikşînin û wiha dewam kir: "Vê axiriyê ciwanên tirkmen û ereb dixwazin bi zorê bibin eskeriyê û cepheyê. Yên ku naxwazin jî xerabiyê ji wan ra dikin û wan tehdît dikin ku malbatên wan birçî bihêlin."
Cuganî wiha dewam kir: "Kesên ku wek PYDê nafikirin, PYD naxwaze ew li wan deran bimînin. Kurdên ku wek wan nafikirin jî ji wan ji xwe cihê dikin. Ev ax ya me ye û ji bo ku em ji wan ra nahêlin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
DAEŞa rêxistina terorê demeke dirêj Tel Ebyad kontrol kir, DAEŞê di 15ê hezîrana 2015an da ev der teslîmî PYDê kiribû.
PYD nêzî salekê ye ku deriyê sînor ê Akçakaleyê girtiye û ji bilî kurdên sûriyeyî nahêle kes tê ra derbas bibe.