15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2015
LONDON
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Erşad Salihî der heqê îdiaya li Sûriyeyê tirkmen ji ber zexta şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê PKKyê PYD û YPGyê ji cihê xwe dibin de got ku ji ber DAEŞ hat herêma tirkmenên Sûriyeyê, wir dan ber bombeyan û ev jî bû sedem ku tirkmen wir biterikînin.
Salihî li Londonê di civîna ku bi destê rêxistina civaka sivîl a "Platforma Hevkariya Cihana Tirkan" a li Enstîtuya Yûnis Emre ya ku ji bo beşdariya gel vekirî bû de axivî.
Beriya civînê Salihî der heqê rapora Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê ya ku li bakurê Sûriyeyê şaxa leşkerî ya PYDyê YPG şûnwarên ereb û tirkmenan xerab dike de daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku li herêmê siyaseteke kifşkirî tê meşandin.
Salihî rêxistina terorê DAEŞ wekî "projeyeke siyasî" bi nav kir û bal kişand ser hevşibîna Telafera şûnwarê tirkmenên Iraqê û Til Ebyada ku tirkmenên Sûriyeyê lê dijîn.
Salihî wiha xeberda, "DAEŞ tê li herêmê nexşeyekê xêz dike. Ev ji bo menfeata hinekan dibe. Di van nexşeyan de bi taybetî jî li ser tirkmenan xêz dikin. DAEŞ hat erdnîgariya tirkmenên Sûriyeyê Til Ebyadê jî. Piştre li vê herêmê DAEŞ tê bombekirin, ji ber vê ereb û tirkmen ji herêmê derdikevin. Dû re PYD, PKK radihêjin çekan tên herêmê, tirkmen tunene, ereb tunene. Dibêjin 'Til Ebyad' a me ye."
- "DAEŞê ewil êrîşê tirkmenan kir"
Salihî destnîşan kir ku DAEŞê ewil tirkmen kir hedefa xwe û wiha dewam kir:
"Ewil êrîşê tirkmenan, dû re jî êrîşê êzdî û xiristiyanan kir. Dema ku em li rewşê mêze dikin, welatên rojavayên li ser platformê qet behsa tirkmenan nakin. Qala tirkmenan nayê kirin û ev jî meseleyeke ji rêzê nîne, ji ber vê qasê jî êdî me jî dest pê kir, em li deriyê welatên rojavayê didin û behsa kêşeyên xwe dikin. Em dibînin ku li welatên rojavayê lobiya tirkmenan qels e. Di vê çarçoveyê de li vir em li gel rayedarên ingilîz hatin bal hev. Emê heman xebatan li Almanyayê jî bidomînin."