26 Gulan 2016•Rojanekirin: 26 Gulan 2016
ISE
Zîrveya G7an a ku lîderên 7 welatên pîşesazbûyî tîne cem hev bi mazûvaniya Japonyayê li Girava Kashikojimayê dest pê kir.
Madeya herî girîng a rojeva zîrveya ku dê du rojan bajo aborî û bazirganî ye. Digel nediyariya aboriya cihanî û rîskên wê, xalên mîna rawestîna geşedana aboriya welatên ku bi pêş dikevin, şikestina bihayê neftê û hecma bazirganiya ku paşda dimîne dê di civînê da bên gotûbêjkirin.
Herwisa sernavên polîtîkaya derva jî di nava madeyên gotûbêjkirinê yên zîrveyê da ne. Di zîrveyê da wekî din mijarên mîna bernameya nukleerê ya Koreya Bakur, îdiaya Çînê ku dibêje li ser Behra Rojhilat û Başûrê Çînê heqê min jî heye, rûdanên li Rojhilata Navîn, krîza penaberan, têkoşîna dijî terorê, fealiyetên Rûsyayê yên li Ukraynayê dên bên nîqaşkirin.
Japonya piştî 8 salan dîsa mazûvaniya lîderên cihanê dike
Japonyayê herî dawî di 2008an da li Hokkaidoyê mazûvaniya Zîrveya G7an kiribû û 8 sal şûnda dîsa mazûvaniya lîderên cihanê dike. Zîrveya îcar jî li bajarê Îse û Şîmayê ku biqasî 300 kîlomêtro ber bi rojavayê başûrê Tokyoyê dikeve tê kirin.
Seba ewlekariya zîrveyê 23 hezar polês li ser wezîfeyê ne.
G7 ji DYA, Almanya, Fransa, Îtalya, Îngîltere, Kanada û Japonyayê pêk tê. Di grûbê da Yekîtiya Ewropayê jî tê temsîlkirin.