Davit Kachkachishvili
10 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2022
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir, bajarê Bahmutê yê li eniya Donetskê di encama êrîşên Rûsan da hema hema bi temamî wêran bû.
Zelenskiy di peyama xwe ya bidîmen a li ser hesabê xwe yê Telegramê da diyar kir ku di şerê Rûsya-Ukraynayê da pevçûnên herî tund li eniya Donetskê didomin.
Zelenskiy destnîşan kir, li eniyên li Bahmut, Soledar, Maryinka û Kremînnayê ku navçeyên mifte yên Donbasê ne, rewş pir dijwar e û wiha got, "Li van herêman êdî ev demeke dirêj e ku tu cih nemaye ku agir û guleyan zirar nedabê. Dagirkeran bajarê Bahmutê bi fiîlî ji holê rakir, ew kirin kavilekî şewitî."