Heman Hussein Yaseen,Emrah Akbulak,Bekir Aydoğan
10 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2022
Cotkarên li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê piştî gelek hewl û xebatê ji hinarên sor û spî sirkeyê çêdikin.
Di demên berê da hinarên ji ser û binê dara bi destan dihatin berhevkirin, lê niha bi saya makîneyan karê berhevkirinê zûtir tê kirin. Cotkarên ku hinarên li baxçeyên xwe berhev dikin bi rêbaz û edetên bav û kalan jê sirkeyê çêdikin.

Li Hewlêrê di nav sirkeyên herî zêde tên firotin da ya hinarê di rêza sereke da ye û ev tehm ji alî şêniyên bajêr va gelek tê tercîhkirin.
Kameran Sabah Eliyê li Herîra navçeya Hewlêrê xwediyê baxçeyê hinara ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku weke hersal dema hinar digihêjin ew jî dest bi xebateke zêde dikin û wiha domand: "Milet ji av û sirkeya hinarê gelekî hez dike û bi taybetî jî eleqeya li ser sirkeyê zêdetir e."

Elî got ku bi saya makîneyan karê wan hêsantir bûye û wiha pê da çû: "Em rojê di navbera 20-30 tonî da ji hinaran şerbetê derdixin. Makîneyên me di nav saetekê da bi qasî 3 ton ava hinarê derdixin."
Di axaftina xwe da Elî bi bîr xist ku cureyên hinaran hene û hinek ji wan şirîn, hinek tirş û hinek jî tehmesarkî ne û wiha pê da çû: "Li gorî baranê rekolte kêm yan jî zêde dibe. Îsal kêm e par bi qasî 300 ton hinar me rakir lê îsal bi qasî 200 tonî em ê rakin û ji 50 kîlo hinarî 20 kîlo ava wê derdikeve."

Xalise Sidiqa ev 20 sal e li navçeyê bi rêbazên berê sirkeyê çêdike got ku ji bo sîtilên tê da sirkeyê çêdikin neşewitin heriyê bi rûyê wan ê derva didin û wiha domand: "Ev sîtil divê bi qasî 10 saetî bikelin û bên lihevxistin. Sirkeya hinarê bi vî awayî derdikeve holê. Sirkeya siruştî qasî 10 salî jî dikare li ber xwe bide û xirab nabe."