29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî Joe Bîdenê Alîkarê Serokê DYAyê û heyeta bi wî ra li qesra serokatiyê ya li Selahedîna navçeya Hewlêrê qebûl kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ofêsa Barzanî da hat diyarkirin ku di hevdîtinê da li ser operasyona xilaskirina Mûsila ku di destê DAEŞa rêxistina terorê da, pêşeroja bajêr, mijarên têkoşîna dijî terorê yên li Iraq û Sûriyeyê axivîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Bîden ji bo bedela ku pêşmergeyan da û helwesta pêkanîna îstiqrara parastina pêvajoya siyasî ya Iraqê ji Barzanî ra sipas kir.
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî jî ji bo hilşandina dîktaroyê, têkoşîna dijî terorê û alîkariya malî û leşkerî ya ku dan pêşmergeyan ji DYAyê ra sipas kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Bîden û Barzanî di hevdîtinê da li ser rewşa herêmê ya piştî DAEŞê û di vê pêvajoya siyasî da tiştên ku lazim dike Iraq bike axivîn.
Hat ragihandin ku Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Barack Obama û Balyozê Bexdayê yê DYAyê Stuart Jones jî di hevdîtina Barzanî û Bîden da hazir bûn.
Joe Bîdenê Alîkarê Serokê DYAyê do jî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Meclisê Selîm Cûbûrî ra hatibû bal hev.