29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
TEHRAN
Li 21 eyaletên Îranê ji bo tura duduyan a hilbijartina meclisê dest bi dengdayînê kirin.
Li Îranê di tura ewil a hilbijartina meclisê da li herêmên ku tu namzedekî ji sedî 25 ê rayan nestand hilbijartina tura duduyan tê kirin.
Li welêt 31 eyalet hene û ji wan 21 eyaletan ji bo 68 parlementeriyên ku vala mane hilbijartina tura duduyan tê kirin. Ji bo 68 parlementeriyan 136 namzed ketine pêşbaziyê û di meclisê da bi tevahî 290 parlementer cî digrin.
Li Îranê kesên ji 18 salî mezintir deng didin, li tevahiyê welêt 17 milyon hilbijêr hene. Li gor saeta herêmî hilbijartinê di saet 08.00an da dest pê kir û hetanî saet 19.00an ew ê dewam bike.
Li Îranê tura ewil a hilbijartina meclisê di 26ê sibatê da hatibû kirin.
Di tura ewil da "Yekîtiya Piştgirên Hikûmetê û Reformîstan" a ku alîgirê Serokomar Hesen Ruhanî ye û ji reformîst û mihefezekarên rûnerm pêk tê li Tehranê tevahiyê 30 parlementeran sitandibû.
Li Bendê ne ku Yekîtiya Piştgirên Hikûmetê û Reformîstan di vê hilbijartinê da jî piraniya rayan bistîne.