Rojnamevan ji bo 116emîn salvegera damezrandina çapemeniya kurdan hatin herêmê û di roja ewil a têkiliyên xwe de Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ziyaret kir.
Serokê Sendîkayê Hakîm Azad diyar kir ku rojnamevanên ji welatên cuda vexwendin Hewlêrê û got "Hatina lijneya Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê ya Hewlêrê em gelekî kêfxweş kirin. Me du sal beriya niha ew li Diyarbekirê ziyaret kiribûn. Başbûna têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bandoreke erênî li ser têkiliyên me jî dike."
Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Veysî Îpek jî got ku li Tirkiyeyê di van du salên dawîn de jimara saziyên çapemeniyê yên ku weşana kurdî dikin, gelek zêde bû.
Îpek bi bîr xist ku berî niha rojnameyekê tenê weşana kurdî dikir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî pêvajoya vebûna demokratîk a hikûmetê TRT û Anadolu Agencyê dest bi weşana kurdî kir. Ev weşanên ku bi kurmancî û soraniya zaravayên kurdî tên kirin, hewcedariyeke mezin çareser dikin û bûn pêşevanên geşedanên nû."
Îpek got ku bi pêşketina çapemeniya ku bi kurdî weşanê dike hewcehiya bi xebatkarên ku kurdî dizanin zêde bû û da zanîn ku wek cemiyet dest bi dayîna qursên kurdiya çapemeniyê kirine.
Lijneya Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê pişt re buroya Anadolu Agencyê ya Hewlêrê ziyaret kir.
Rojnameya ewil a kurdî Kurdistan, di 22yê nîsana 1898an ji aliyê Mîqtad Mîthat Bedirxan û kesên ji malbata wî ve li Qahireya paytextê Misrê hatibû derxistin. Ji ber vê yekê her sal 22yê Nîsanê wekî salvegera damezrandina çapemeniya kurdî tê pîrozkirin.