Zarokên paleyan ên ku ji herêma Rojhilat û başûrê Rojhilatê ji bo xebatê diçin Deşta Amîkê bêriya mal, heval û dibistana xwe dikin.
Di nav de 21 zarok bi tevahî 95 paleyên ku ji Sêwerega navçeya Şanliurfayê, 5 sal berê hatin Deşta Amîkê, niha di konan de dijîn. Paleyên ku di konan de dijîn ji bo debara xwe û malbata xwe di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Karker zivistanê di zêwiyên gizêran de û havînê jî di zêviyên pembû de dixebitin. Karker şîva xwe li ser kuçikên ku li ber konên xwe çêkirine dipêjin û dixwin. Zarok jî li ber konan dilîzin.
Ji karkeran Mistefa Başê 50 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku Kirikhan, ji bo wan wekî welat e û konên ku vegirtine jî wekî xanî ne.
Baş got ku ji ber ku li welatê xwe derfeta xebatê bi dest nexistine ji herêmên cuda hatine li vir dixebitin, her wiha ev 5 salin jî cih neguhertine.
Baş got ku ew havînê di zêwiyên firing, pembû, genim de û zivistanê jî di zêviyên gizêran de dixebitin bi vî awayî debara xwe dikin. Baş ragihand ji ber ku ji dibistanê dûr in zarokên wan nikarin herin dibistanê û ew ji ber vê yekê xemgînin.
Karker Baş destnîşan kir ku di konekî de 95 kes dimînin û wiha dewam kir: "Em di zêviyan de dixebitin û heqê nanê xwe derdixin lê zarokên me naçin dibistanê. Niha pirsgirêka me ya herî mezin ev e. Ji ber ku zêvî ji dibistanan pir dûr in, zarokên me nikarin herin dibistanê. Daxwaza me ew e ku zarokên me herin dibistanê."
Zarokan jî got ku ew li ber kon dilîzin, carinan jî digel malbata xwe diçin zêwiyê û li wir dixebitin. Zarokan dest nîşan kir ku ew jî wekî hevalên xwe dixwazin herin dibistanê bixwînin û di xaniyên germ de bijîn.