Haydar Şahin
15 Îlon 2018•Rojanekirin: 16 Îlon 2018
ANKARA
Îranê diyar kir ku komek çalakvanên ku li pêşiya Balyozxaneya Parîsê ya Îranê çalakî li dar dixistin êrîşî avahiya balyozxaneyê kirin.
Têlevîzyona dewletê ya Îranê di xebera xwe da ragihand ku duh ber êvarê komeke ji 15 endamên Komeleyê (Partiya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê) pêk dihat li pêşiya balyozxaneya Parîsê kom bû û êrîşî avahiya balyozxaneyê kir.
Hat ragihandin ku çalakvanan camên avahiyê şikênaştin bi boyaxê nivîs li ser dîwaran nivîsandin û zirar dan avahiyê.
Têlevizyona Îranê bal kişand ku xebera polêsên Fransayê ji çalakiyê hebû lêbelê li herêmê tu tevdîr hilnedan.
Îranê di 8ê îlonê da 3 endamên Komeleya ku wekî rêxistina terorê tê qebûlkirin darda kiribû. Di deman rojê da Artêşa Mihafizên Şoreşê bi fuzeyan êrîşî qampa Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya li Hewlêrê kiribû. Di êrîşê da 16 kesên di nav wan da rayedarên payebilind ên PDK-Îyê jî hebûn hatibûn kuştin, kêmzêde 40 kes jî birîndar bibûn.