03 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
DUHOK
Parlementerê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Şêx Şamoyê êzidî anî ziman ku bi êrîşa li dijî pêşmergeyên Rojê, PKKya rêxistina terorê rûyê xwe yê rasteqîne nîşan da.
Şamo di daxuyaniya xwe da ji nûçegihanê AAyê ra ragihand, "Hê berî nuha bi 2 salan me ev texmîn kiribû îca li gundê Xanesora Şingalê dinavbera Pêşmergeyên Rojê û PKK3e da pevçûn derket. Me gelek caran anîbû ziman ku pêdive PKK ji qada êzidiyan vekişe."
Şamo destnîşan kir ku PKK dixwaze dijayetiyê bixe navbera êzidiyan û kurdên din da û wiha pê da çû, "PKK bi îdaya ku pêşmerge êrîşî êzidiyan dike, propagandayeke reş diajo. PKK li gorî ajandeya qirêj ya hin welatan tevdigere û dixwaze êzidiyan ji Herêma Kurdistanê veqetîne. Bi vê tevgera qirêj, PKKya rêxistina terorê rûyê xwe yê rasteqîneyê qirêj û bê mihribanî nîşan da."
Parlementerê êzidî bibîr anî ku Pêşmergeyên Roj girêdayî Herêma Kurdistanê ne û got, "PKK nikare pêşiya pêşmergeyan bigire. Heger PKK di mayîna xwe ya Şingalê da pêdagîr bin wê encamê xiraptir jê hilweşin."
Hatibû ragihandin ku li Şingalê di şer û pevçûna di navbera PKKya rêxistina terorê û Pêşmergeyên Rojê da 4 pêşmerge û 3 terorîstên PKKê birîndar bûne.